Parka Neteweyî ya Kanyona Mezin ango Grand Canyon National Park navê parkek e li federedewleta DYAyê, Arizona. Parkeke neteweyî ye.
Dirêjiya kanyonê 466 km ye. Berayiya wê 400-2.400 m ye. Kûraniya zixurê digihê heya 1.600 myê. Cara pêşîn sala 1540 ji aliyê García López de Cárdenas ê Spanî ve hatiye vedîtin.
Cara yekem sala 1869 li kanyonê lêkolînên zanistî hatine kirin. Helbet kanyon ji aliyê çermesoran ve dihate zanîn û li wir cihwar bûn.
Kanyon nuwazeyeke bêhempa ya erdxanê ye û salê nêzîkê 5 milyon tûrîst serdana wê dikin.