Qesra Îshaq Paşa, Koşka yan Palasa Îshaq Paşa yek ji koşkên navdar ên Bakurê Kurdistanê ye û li axa Bazîdê ye.
Koşk ji aliyê Îshaq Paşa ve, di sala (1199 Hîcrî.)-(1784 Mîladî.) hatiye avakirin. Gorî dîroka fermî ya Tirkan di nava 99 salan de avakirina wê hatiye bidawîkirin. Mîmariya koşkê elementên Kurdî, Roma û Farsî (bo mînak Selçûkî) dihewîne. Sûrên wê bi nexşên giranbiha hatine nexşandin. Di avakirinê de koşk du qatî bûye lê qata jorîn êdî nemaye.
Koşk gelek caran ji aliyê dewlet û mîrîtiyên Kurdan ve hatiye restorekirin. Di wejeya Kurdî gelek caran bûye kaneke navdar. Ehmedê Xanî jî li heman koşkê jiyaye û perwerde daye. Niha goristana Xanî li wir e. Mûsa Anter gelek caran koşk wekî "Tirba/Goristana Ehmedê Xanî" binavdikir. Dîsa Mizgefta Bazîdê jî li cem wê ye.
Di dagirkirina Rûsan a salên 1828 – 1829'î de, deriyê koşkê yê xwerû zêrîn bû, hatiye birin û niha li mûzeya Moskowê tê parastin. Li koşkê hemam, mizgeft, goristan, kulîn, hewliya xwarinê, salona pêşwaziyan, harem û sîstema germkirina hilmê (wekî kalorîferên îro) heye.