Çiyayê Nemrûd volkaneke li Tetwanê ye.
Çîyayê Nemrûde 2.948 m bilind e û ji ber teqandina agirpijan (volkanan) gelek golên kraterîn di nav çîyayî de peyda bûne, ya balkêş ew e ko Gola Sar (şîn) û Gola Germ (kesk) her çiqas nêzikê hev in jî, di Gola Sar de, zebeş ji sira avê diperçive û di Gola Germ de jî hêk di demeka kurt de ji kela avê dipije.
\