Laliş

Laliş bajareke başûrê Kurdistanê û cihê pîroz ê Êzidiyan e.

Piraniya nivîskarên, ku li ser Êzîdiyan nivîsandine, geliyê Lalişê jî anîne ser ziman. Gotine, ku ev gelî li cem Êzîdiyan pîroztirîn cih e, jiber ku Laliş cî û warê bêtirîn xas û babçakên wan e û wekî din jî herdu kaniyên pîroz "Kaniya Spî" û "Kaniya Zimzim" li wir diherikin.

Hindek ji wan nivîskaran pesnê xweşbûn û delalbûna vî gelî dane û li er bayê wî yê hênik û dar û deviyên wî nivîsandine. Lê belê bi kurtî li ser qub û avaniyên wî hatiye nivîsandin. Hinekan giraniya nivîsarên xwe berdane ser fermanên dijwar, yên li herêma Lalişê hatine serê Êzîdiyan. Beşekî ji wan nivîskar û lêkolînvanên rohilatê baweriya xwe li ser dîroka Laliş û xwediyê wê dane.

Li vir bîr û baweriyê wan hev nedigirtin û ne weke hev bûn. Bê çawa bîr û baweriyên wan li ser kevnarbûna Lalişê ne weke hev in, wisa jî di peydabûn û çavkaniya Êzîdîtiyê publikasiyon û weşanên wan li hevketî ne.

Wisa diyar e, ku wan ne lêkolîneke baş lêkirine, anjî mebesta wan ji vê yekê ew bû, ku Êzîdîtiyê bê qîmet û bê rûmet bikin. Lê belê me di pêşgotina pirtûka xwe "Êzîdiyatî" yê de ev tişt baş aniye ser ziman. Di vir de ew ketine pir şaşîtiyan.

Li gor dîtina me pewist e, çi mirovê li ser ola Êzîdîtiyê tiştekî binivîsîne, tiştekî jî li ser dîroka avabûna Lalişa Nûranî bizanibe.

Ji me gişkan re diyar e, ku xelekên zincîra dîroka Lalişê jî hinda ne û dîtin û bihevxistina wan pir zor e.

Erê çend hevok li ser Lalişê di dîrokê de hatine nivîsandin, lê belê ew jî ji dema Şîxadî ve ne û ew pir kêm in û kurtiyên wan hene.Lê jiber ku Laliş ji berê de û heya îro jî cî û perestgeha Êzîdiyan e û her wiha ew ciyê xasên me bû û dîrok bi xwîna xwe nivîsandibû pir rojnamevan û dîrokvanan qesta wê dikirin, çaxê bixwastina li ser Êzîdiyan binivîsînin.

Heke em li ser hemû beşên bi dîroka Laliş ve girêdayî binivîsin û hemû xasên li wir bînin ser ziman dê pirtûkeke serbixwe jê çêbibe. Bêtir ji 150 xasên Êzîdiyan li Lalişê mane û li wir hatine veşartin. Û heke em bingeha peydabûna Lalişê derxînin, pewist e, ne bi tenê ji dema Şîxadî û vir de bidine ber çavan. Her em dixwazin, ku Laliş berî Şîxadî û êla wî û biraziyê wî ava bû. Her dar û bereke Lalişê dîrok nivîsiye û nîşan dide, bê çend ferman û talankirin bi ser Laliş û Êzîdiyan ve hatine. Jiber vê yekê em dê çend xalan ji rewşenbîrên xwe re zelal bikin.

Navê Lalişê ji ku tê?

Min ev gotin(bêje, peyv) û bingeha wê di tu ferhengên zimanan de nedîtibû, ne di ferhengên kurdî û farisî de û ne jî di ferhengên erebî de. Her digotin, ku Laliş gundeke li herêma bajarê Mûsilê yanî Nînewa ye, ziyaret û perestgeha Şîxadî yê kurê Misafir bû û li cem Êzîdiyan pir pîroz e.

Lê belê hinek caran jî baweriyên din berguhî min bûne. Weke van zelalkirinên jêrîn:

• Laliş gotineke Kurdî ye û ji dû beşan hatiye avakirin: Ji "la" û ji "laş". Beşê pêşî mane xwe "cî" anjî "li cem" e. Beşê din mane xwe "laş" e. Heke em herdu beşan bighînin hev, hingê dibe " ciyê laş". Argûmentên van kesên vî tiştî dibêjin vê yekê ye, jiber ku laşê Şîxadî li wir e.

• Hinekî din dibêjin, ku Laliş rastiya wê ji Lal, yanî mirovê nikaribe biaxive, bê zar û zimann be, û ji hiş(raman) hatiye. Ev jî dibêjin: "Jiber ku Laliş ciyekî pîroz e, pêwist e, çi mirovê bikeve sinorê wê bêdeng be. Weke çaxê mirovek ji mirovekî din re bibêje: ‘Tu lal û hiş be!’".

Her çiqas ku ez pir rûmetê didim ramanên van mirovan jî, lê belê ev zelalkirinên wan bêbingeh in û wan ji cem xwe derxistine.

Di Qewlek ji qewlên Êzîdiyan de navê Laliş bi vî rengî hatiye gotin:

Qewl

"Erd mabû bihitî

Hidûdekî xwedidî,

Got: "Ezîzê min, erd bê wê surê natebitî."

Badî çil salî bi hijmar e

Erdê bi xwe re negirt hişare

Heya Laliş di nav de nehate xware.

Laliş ku dihate

Li erdê şîn dibû nebate

Pê dizeyînîn çiqas kinyate.

Li vir Laliş tê surr û hêvên

Pîroziya Lalişê di mitiyologiya Êzîdiyan de

Erê rast e, Laliş perestgeheke Êzîdiyan e û nivîskar û dîrokvanan ev tişt anîne ser ziman, lê çima û jiber çi Laliş pîroz e? Ji me re gerîng e, ku em li pey vê pirsê bikevin.Qewlê Zebûnî Meksûr bi rengekî zelal Laliş aniye ser ziman:

Qewlê Zebûnî Meksûr

"Erd mabû bihitî Hidûdekî xwedidî Got: "Ezîzê min erd bê wê surê natebitî." Badî çil salî bi hijmar e Erdê bi xwe re negirt heşare Heya Laliş di nav de nehate xware. Laliş ku dihate Li erdê şîn dibû nebate Pê dizeyînîn çiqas kinyate. Ku kinyat pê dizeyînîn Çar qismet têk hincinîn Ax û av û ba û agirîn Qalibê Adem Pêxember jê nijinîn. û hwd.

Ji ber pîroziya Lalişê navê wê di qewl û diwayên me de tê gotin. Sedem jî ew e, ku diwa û nivêjên me dê bên qebûlkirin û bi cî bibin, çaxê navê Lalişa Nûranî were gotin. Hêvî û bendewariyên mirovan bi cî dibin. Her wisa jî Êzîdî her sal havînê mastê xwe û hevîrtirşê nanê xwe bi ava Kaniya Spî çêdikin.

Îman e bi çi nîşan e Berî ne erd hebû ne jî ezmane Ne çiya hebû ne sikane Ne mij hebû ne dixane. Rê hebû, terîqet e Îman hebû, marîfet e Wê rojê Kaniya Sipî ji bo çendî mêran kiribû qublete.

Her wiha di baweriya me de çaxê mirovek bimre û ji jiyanê here, rihê wî dibine Geliyê Lalişê, nav Sûka Marîfetê û hesab ji wî/wê tê xwestin. Heya birîna dar û deviyên li dora Lalişê û yên di Geliyê Lalişê de guneh ye û heram e. Helbet Laliş pîroz û bi nav û deng bû, lewma Şîxadî jî ji Şamêhat û xwe lê girt.

Hey can e û hey can e Ew Siltanê mêran e Şîxadî ji Şamêdihate Li Lalişê dikir xebate.

Xwedanê Lalişê kî bû?

Berî hatina Şîxadî min navê Laliş di tu pirtûk û weşanên wê demê de ne dîtibû. Dibe, ku navê Laliş piştî diyarbûna Şîxadî yê Hekarî di hinek pirtûkan de peydabû. Piştî Şîxadî bi sed sal û dused sal kit kit nivîskarên rohilatê weke Ibn Esîr, Ibn Xelekan, Abû Fida, Hafiz Zeheb, Ibn Werdî, Meqrîzî, Yaf‘î û Şe‘ranî çend tişt li ser Laliş û Şîxadî û Êzîdîtiyê nivîsandin.

Lê belê dîtinên van dîrokvan û lêkolînvanên rohilatê gişt nêzîkî hev bûn. Bi taybetî baweriya wan li ser Şîxadî yê Hekarî ew bû, ku ew ji Şamêyanî Balbek, ji Beytil Far, bi Kurdî: Gundê Kunemişkê hatiye Lalişê û pir Kurdên Êzîdî li xwe civandiye û Laliş ji xwe re xiste weke perestgehê. Emrê wî gihişte nêzîkî 90 salî. Geliyê Lalişê hêja bi navê Şîxadî yê Hekarî tê binavkirin. (557)

Di destpêka sedsala 20. de dîrokvan û lêgerên kevnariyê rastî nivîsînekê bi zimanê Keldanî hatin. Di wê nivîsînê de nivîskar dide xuyakirin, ku Laliş berî dema Şîxadî dêrek ji dêrên xaçperestan bû. Ev pirtûk jî bi destê Keşe Ram Îşo hatiye nivîsîn. Ew jî mirovekî xaçperest bû. Wî digot, ku ev dêr piştî Îsa di sedsala 7. de hatiye avakirin û Êzîdiyan bi serokatiya Şîxadî bi kotek û zorê ji xaçperestan standin. (855)

Helbestvan û nivîskar Ibn Mûqadam, yê ku di dêra Erbîlê de di çerxa sedsala 15. de Keşe bû, di helbesteke xwe ya olî de dibêje, ku Laliş dêra wan bû, heya dema Şîxadî di sala 616. de diyar bû û bi darê zorê ji wan stand. Heke em nivîsandinên van herdu c iwanmêran baş zelal bikin û tozekê baş û hûr lê çavdêrî deynin, em dê bibînin, ku çerx û demên nivîsînê, pir li hevketî ne û hevdu nagirin. Ez dipirsim: "Dê çawa Şîxadî miribû û çûbû dilovaniyê û di eynî çax de dêra wan ji wan bistîne?"

Li gor gotinên wan Şîxadî nêzîkî 60 salî piştî mirina xwe ev dêr ji wan standiye û Laliş avakir. Heke mebesta wan ew e, ku Şîxadî II. bû, yê dêra wan ji wan stand, ew jî ne rast e, jiber kû em dizanin, Şîxadî destpêka sedsala 6 (şeşan) de hatiye Lalişê. Hingê Laliş avakirî bû û Êzîdîtî têde hebûn.

Mizeferê Erbîlî dibêje, ku wî bi xwe Şîxadî li bajarê Mûsilê dîtibû, çaxê ku dixwast here Lalişê. Piştî mirina Şîxadî I. biraziyê wî Şêx Berkat ciyê wî girtiye û bû şêxê Êzîdiyan. Piştî wî Şîxadî yê II. û Şêxsin li Lalişa Nûranî cî girtin. Şêxsin di sala 644 de bi destên serekbajarê Mûsilê, Bedredîn Lûlû, bi bêbextî hate kuştin.

Nivîskarê xaçperest Corc Hebîb, her ew dîrokvanekî pêbawer e, di pirtûka xwe de, ya ku li ser Êzîdiyan nivîsîbû, dibêje, ku tucar ne rast e, çaxê em bibêjin Laliş dêra xaçperestan bû. Ew dibêje, ku Laliş berî Xaçperesiyê ava bû û perestgehek ji perestgehên Rojperestan yanî Mîtrayiyê bû. Ew bê guman û bê dilxirabî û bi rastiya Xwedê Mal-Agireke rojperestan bû. Êzîdiyên vê demê paşhatiyê anjî şûnwarên rojperestan in. Heya îro jî em şêşims weke nîşana Ezdayê pak li ezmên dibînin. Qewlê Şîxadî yê bê qedar û di pir caran de vî tiştî tîne ser ziman. Li ser dîwarên Lalişa Nûranî hêjî nîşanên şêşimsê mefera me Êzîdiyan û sembolên Mîtrayiyan weke niqişan hene. Tesbîteke her mestir jî heye, ku Lalişa Nûranî ciyê me bû û ji çîroka dêrê re tu bingeh tune.

Nivîskar Corc Hebîb li dereke din dibêje: "Yaqûbê Hemewî di pirtûka xwe "Mû`cam El-Bûldan" de dibêje, ku gotina şêx, gotineke Erebî ye û di dema Şîxadî de derketiye, lê belê ew ciyê îro Laliş li ser e û li ser ava ye, jê re digotin Êzîda. Ev jî peyveke Mîtrayî ye". Ez bi xwe vê baweriya nivîskar Corc Hebîb pir nêzîkî rastiyê dibînim. Em hêja û heya îro jî ciyê Lalişa Nûranî bi " Ciyê Êzîdxanê" bi nav dikin. Her wiha ez baweriyên nivîskarên ereb Demlûcî û Hisênî jî di derheqa pirsgirêka Xwediyê Lalişê û avabûna wê de qebûl dikim.

Mirov dikare bibêje, ku Lalişa Nûranî keleheke pir asê bû û perestgeheke Mîtrayiyê bû.

Dibe, ku di demekê de Aşûriyan jî ev keleha asê ji xwe re xistibin ciyê şerên xwe û pîş pê kiribin. Ya rastî û dirist ev e, ku xaçperestan Laliş ji me standibûn û ji xwe re xistibûn dêr û ne me ji wan bi darê zorê standiye û piştî barkirina wan ji wir demekê vale û bê kes mabe. Çaxê Şîxadî yê hatibû Lalişa Nûranî û xwe lê girtibû, wî dizanîbû, ku ew li cî û warê bav û kalê bû. Qewlbêj, feqîr, pîr û dunavên me eynî vî tiştî dibêjin.

Lêkolînvanê ola Êzîdîtiyê mirîdê min Şewqî Şemo Îsa dibêje, ku di civateke olî de ev tişt ji Pêşîmam Hesen, Pêşîmamê welatê Xaltan, ji gundê Dûşayê, pirs kir.

Pirs jî bi vî şêweyî hatibû kirin: "Bavê Pêşîmam! Çima di Qewlê Şîxadî yê de gotinên Hena û Berhena hatine, ez tê nagijim, ku ev tên çi manê?" Bersiva wî zelalbûnek li vê pirsgirêkê kir û bingeha wê ronahî kir. Wî got: "Dema Şîxadî hate Lalişê, Laliş avabû û xaçperestan ji xwe re xistibûn dêr. Metranê li ber wê dêrê, bê guneh, navê xwe Mar Yûhana bû. Şîxadî jê re digot, ‘ku ew mecbûr in, ji ciyê bav û kalên wî derkevin’, jiber ku Laliş ya me ye û ew bixwe jî dizanin. Şîxadîyê sê caran vê gotinê lê vedgerîne û jê re dibêje, pewist e, ‘ku ew pêşî dîroka cî bizanibin û ji nû vê li Lalişê bimînin asê’. Qewlbêj, dunav û rûspiyên me wiha dibêjin, ku Mar Yûhana bi rastiya avabûna Laliş û kî xwediyê wê ye dizanîbû. Wî di cî de amadekirina xwe diyar kir, ku ew dê Lalişê berdin, lê ji bo bîranîna mabûna wan li wî cihî pewest e, ew di qewlekî de werin ser ziman.

Dibêjin, ku Şîxadî yê soz bi wan re dabû û soza xwe jî bi cî anîbû , lewma navê Hena û Berhena di nav Qewlên Şîxadî yê de hene."

Pir gotin û nivîsandinên bi tîpên kevn yên bizmarî li ser dîwarê Lalişa Nûranî hebûn. Ji tirsa lêkolînvanên Ewropayê piraniya van nivîsandinan jê birin. Li kolanê Lalişê hêja jî hinek nivîsîn bi zimanê bizmarî (nîvîsa bizmarî) hene.

Jiber van sedemên hat gotin û jiber hebûna sembol û neqşên Mîtrayiyan li ser deriyê Lalişa Nûranî ez dikarim bibêjim:

Laliş ji berê de, berî hatina Krîstos (Îsa), perestgeheke Mîtrayizmê bû û Mala Êzîdiyan bû.

Dibe, weke ku carek din jî di vê gotarê de hatiye gotin, ku Laliş jiber ciyê xwe yê asê û stratejîk ketibe destên Asûriyan. Ne dûr e, ku di dema Sasaniyan de Zerdeştiyan jî ew xistibin weke navendekê ji xwe re. Her wiha xaçperest jî ketine Lalişê û ji destên me deranîbin. Li dawiyê Şîxadî yê diyar bû û ciyê bav û kalên xwe dîsa girt û ava kir.

Dîndarên Êzîdiyan heya îro jî dibêjin, ku Lalişa Nûranî her û tim ciyê bav û kalên wan bû, xaçperestan ji me standibû û heya dema Mar Yûhana di destên wan de mabû. Şîxadî hat û bi şêweyekî aştî baweriya Mar Yûhana pê anîbû, ku Laliş ciyê Êzîdiyan e û pir nîşan û delîl hene.

Wiha diyar e, ku xaçperestan bi serokatiya Mar Yûhana ev rastî dizanîbûn ji bo vê yekê jî wan Laliş bi bêdengî dabûn Êzîdiyan.

Bi kurtî

Laliş bê şik perestgeheke Kurdên Êzîdî bû. Pir xir, cir û biserhatinên dijwar bi ser ve hatine, lê belê her pîroziya wê berdewam kir û avakirî ma.

Şîxadî yê Hekarî rêberê ola me, qenciyeke hew tê jibîrkirin bi me Kurdan û bi ola me ya kevnar kir.

Heke Şîxadî yê ev toza li ser rûpelên dîroka gelê me hilnanîbûna, dê hindakirin û qelandin para me bûya û çira me dê hin bi hin bitemirya.

Laliş di nava stran û helbestên hozan û helbestvanên Kurd de

Jiber pîrozbûna vî cihî helbestvan, olperest û xasên me Êzîdiyên Kurd pir helbest, qewl û gotinên xweş li ser Laliş û Geliyê Lalişê belav kirin. Qewl her bi zimanê kurdî yê şêrîn bûn û helbest geh bi zimanê kurdî geh jî bi zimanê erebî bûn.

Şêx Zendîn nebiyê Şêx Hesen çend helbest li ser eşq û bêrîkirina xwe ji Lalişê re weşandin Melayê Cizîrî di helbestekê de dibêje:

Îro mela ser û pî lew têde bûme atiş

Min dît seher xereman ne yî şekir e, şêrîn e meş

Dil geşta mi ji dêrê ye, naçim kenîsteyê qet

Mihrab wê bi min re were biçine Laliş.

Helbestvan Tîrêj Ebdilrehman Dure û Edîb Çêlkî, Laliş di helbestên xwe de anîne ser ziman.

Çend biserhatin û fermanên ku li Lalişê çêbûne

Serekbajarê Mûsil, Bedredîn Lûlû, êrîş bire ser Lalişê û Êzîdiyan. Wî nemerdî gora Şîxadî yê vekir û li ber çavên Êzîdiyan şewitand. Wekî din jî wî Êzîdî bê qedar êsîr kirin û avêt binê zindanên bajarê Mûsilê û pir jî kuştin. Dîrok dibêje, ku wî bêrûmetî nêzîkî sed mêr, mêrxas û serekêlên Êzîdiyan bi şêweyekî hovîtî kuştin û laşên wan xweşmêran bi daran ve vekir. Ji bo çavên Êzîdiyan bişkêne û wan bi zorê misilman bike, rabû laşê Mîrê wan perçe perçe kir û bi deriyê bajarê Mûsil ve kir.

Di sala 817 de, weke ku di pirtûka "El-Silûk li marîfet diwel el milûk" ya nivîskar Meqrîzî de hatiye nivîsîn, li çiyayê Hekarî li welatê Kurdan, li Lalişê Mela Yûsif Helwan şafi`î destûra kuştina Êzîdiyan yanî Fetwa dabû û dîsa gora(mezelê) Şîxadî vekir û hestiyên mabûn şewitandin. Hinek mîrên Kurdan bi leşkerekî pir giran êrîş berdane ser ciyê Êzîdiyan, Laliş, quba Şîxadî hilweşandin, bê qedar ji gelê Şîxadî kuştin û welatê wan talan kirin.

Êzîdiyan dîsa quba Şîxadî yê avakirin. Ev bitenê hinek ji ferman û wêrankirinên bi ser Laliş ve hatine. Yek tişt pewist e, em tucar ji bîr nekin, ku Misilmanan Laliş ji destên me deranîn û xistin Medresa Îslamî. Lê her Êzîdiyan serên xwe ji wan nemerdan re netewandin û her Lalişa xwe bi xwîna xwe parastin.

Bê hejmar ferman hatine ser Êzîdiyan û heke em gişkan binivîsin, dê pirtûkeke mezin jê derkeve. Laliş dê her bimîne gula geş di Kurdistanê de.

Salek derbas nabe, ku rojnamevan, nivîskar û dîrokvan û mirovên din nayêne Lalişê.

Nivîskar Hesenî di pirtûka xwe de ya li ser Êzîdiyan nivîsiye di rûpelê 21ê de dibêje: "Cî û devera Laliş lê ye, beşek ji Hekarê ye. Sinorê wê digihîje heya Îranê. Berê ew beşek ji wilayeta Mûsilê bû. Osmaniyan ev dever xistine welatekî serbixwe.

Paşî ew kirin beşek ji welatê Wanê. Sinorê wê ji aliyê rohilatê ve Îran bû, ji aliyê rohavayê Sêrt bû, ji bakûr ve Mûsil bû, Welatê Xaltan.

Girîng e, ez bibêjim, ku min ev lêkolîna li ser Lalişê bi zimanê Erebî di kovara "Laliş", Sal: 1993, Hejmar: 1, Dihok, belav kiribû. Her me dît, ku ev gotar çiqas ferze ji bo naskirina ol û dîroka Êzîdiyan jiber vê yekê me gotar wergerand zimanê kurdî

Listed in the following categories:
Post a comment
Tips & Hints
Arrange By:
Trond Enger
24 November 2019
A holy place! Walk backward in time and find the ancient religion of the yezidi.
Load more comments
foursquare.com

Hotels nearby

See all hotels See all
DoubleTree by Hilton Van

starting $50

Elite World Van Hotel

starting $71

The Crater Hotel

starting $47

Hotel Izgi Turhan

starting $29

Shmayaa Hotel

starting $96

Mesopotamia Hotel

starting $30

Recommended sights nearby

See all See all
Add to wishlist
I've been here
Visited
Mar Oraha Monastery

Saint Oraha Monastery (syr. ܕܝܪܐ ܕܡܪܝ ܘܪܐܗܐ‏), is a Chaldean Catho

Add to wishlist
I've been here
Visited
Nînewa

Nînewa, di dema Asûriyan de bajarekî mihim û mezin bû. Îro ew der d

Add to wishlist
I've been here
Visited
Nînewa

Nînewa, di dema Asûriyan de bajarekî mihim û mezin bû. Îro ew der d

Add to wishlist
I've been here
Visited
Mashki Gate

Mashki Gate are one of the gates of an ancient Nineveh city in Iraq.

Add to wishlist
I've been here
Visited
Nînewa

Nînewa, di dema Asûriyan de bajarekî mihim û mezin bû. Îro ew der d

Add to wishlist
I've been here
Visited
Dair Mar Elia

Dair Mar Elia (syr. ܕܝܪܐ ܕܡܪܝ ܐܝܠܝܐ, Arabic: دير مار إيليا) (kno

Add to wishlist
I've been here
Visited
Pira Delal

Pira Delal an jî Pira Mezin pireke kevn û dîrokî li bajere Zaxo ye.

Add to wishlist
I've been here
Visited
Mar Behnam Monastery

Monastery of the Martyrs Saint Behnam and his Sister Sarah (syr.

Similar tourist attractions

See all See all
Add to wishlist
I've been here
Visited
House of the Virgin Mary

The House of the Virgin Mary (Turkish: Meryemana or Meryem Ana Evi,

Add to wishlist
I've been here
Visited
Basilica di Santa Chiara

The Basilica of Saint Clare (Basilica di Santa Chiara in Italian) is a

Add to wishlist
I've been here
Visited
Hikawa Shrine (Saitama)

Hikawa Shrine (氷川神社, Hikawa-jinja) is a Japanese Shinto shrine in Omiy

Add to wishlist
I've been here
Visited
Mary's Tomb

Mary's Tomb is a tomb located in the Kidron Valley, on the foothills

Add to wishlist
I've been here
Visited
Barbana, Italy

Barbana is a small island located at the northern end of the Grado

See all similar places