Gola Çildarê yan jî Gola Gurciyan (bi tirkî: Çıldır Gölü), goleke parêzgeha Erdêxanê ye.
Ev zeryaçe dikeve herêmeke nêzîkî sînorê Gurcistan, Ermenistan û Tirkiyeyê û 40 km ji Erdêxanê dûr e. Bilindiya wê ya li ser rûyê deryayê 1900 m ye û kûrahiya nîvekî 42 m ye. Rûberê golê 123 km² ye.
Ava Gola Çildarê şîrîn e.