Dêrika Çixatanê an jî Dêrika Ktuts (bi ermenî: Կտուց , Ktuts, bi wateya "nikil") yek ji dêr û keşîşxaneyên herêma Wanê ye. Girava ku dêrik li ser e nêzîkî gundê Anavanik (bi tirkî: Dibekdüzü) ye û ev gund jî girêdayî Wanê ye.
Dêrika Ktuts bi ser navê Surp Karapet ji aliyê bakurê giravê hatiye çêkirin. Ev dêr ji gavîta ku aliyê rojava û şapela (kapel) li aliyê rojhilatê bakûr pêk tê. Dîroka keşîşxaneyê heta sedsala 9’an diçe.