Çiyayê Nemrûd (Tirkî Nemrut Dağı, Ermenî նեմրութ) çiyayekî li parêzgeha Semsûrê li başûr rojhelatê Anatolîyê ye. Ew 76 km li bakur rojavaya Semsûrê nêzî Kolîkê ye. Ew çiyayê di rêza çiyayê Toros de ye û bilindahîya xwe 2.150 m. ye.
Li ser tapika wî parêzgeh û gora Keyên Komegene hêne. Ew ji alîya keyê Komegene Antiochos I (69–36 b.z.) û bavê wî Mithradates I (109–69 b.z.) hatî bû çê kirin. Ew ji bo wek nîşana aşitîya êzidokên yewnan û persan hatî bû ava kirin. Antiochos ji pê li textê rûnişt re navlêka Theos (yewnanî: xwedê) li xwe kir.
Ew demeke dirêj bîr bûbû û di 1881an de ji alîya endazeyarekî elman Karl Sester hatî bû dîtîn. Kolînên wê yên arkeolojîk heta 1953an dewam kirî bû.
Di 1987an de UNESCO ew têxiste Mîratên Aborîya Dinê.
Li bilindahîya parêzgere 50 m û firahîye xwe 150 m ye. Li ser çiyayê Nemrûd sê banokeyan rojhelat, rojava û bakur hene. Plana runiştinê. Li rojava peykerên mezin û rolyef hene.
Banokeya bakur cîhê ku serdanên parêzgeha li kom dibûn.
Li banokeya rojava penc peykerên runiştîyên bi bilindahîya 9 m hene. Ew banoke cihîye herî pîroza parêzgehe bû. Peykerên wir û bi rojhelat ve yek hevin, lê karkerîyên wan hîn pir in. Li wir peykerên Antiochos I û êzidok Tîke, Zeus-Ahura Mazda, Apollon-Mithras-Helios-Hermes Û Herakles-Artagnes-Ares hene.
Li vê Banoke penc peykera êzidokan hene. Ewna ji çep de berve rast bi navê xweyên yewnanî farsî wiha ne: