Çiyayê Etna (bi zimanê sîcîlyanî: Mongibeddu, bi îtalî: Mongibello) çiyayekî çalak ê volkanîk (êtûnî) e û li beravên rojavayê Sîcîlya nêzî Messina û Catania ye. Bilindahîya wî 3.326 m ye û ew çiyayê volkanîkî ewropayeyî herî çalak e. Ew li Îtalyayê çîyayê herî bilind li başûra Alpan e.
Etna niha jî çalak e û ew çend salên dawî de jî gelek caran teqî ye.
Etna di dema Romaya antîk de wek Aetna dihat dizanîn û ew bi gumanî ji wîşeyê aitho ji zimanê yewnanî de hat afirandî bû ew tê maneyê "hovî dişewite". Ereban ew wek Cebel Ûtlemat ("çiyayê agir") navendî bû û ew ji pê re çerxa Mons Gibel bû. Herêmî etna wek Mongibeddu tê navendin.