Kapadokya (bi parsî: Katpatuka, bi yonanî: Καππαδοκία, Kappadokía) herêmekê dîrokî ye û pirraniya erdê li ser axên Axsere, Nevşehir, Qeyserî, Kırşehir û Niğde (Anatolya Navîn, Tirkiye) bû.
Navê herî kevna Kapadokyê ji Sedsala 6ema derenga Bz. ye, ji nivîsên du Keyên Hexamenişiyên Darius û Xerxesê ne, wek welatê (parsî "dehyû-'") Parsehê bû. Di wir de wek (lîsteya welatan) Hespedûya ye û bi wateya Welatê Hespên rind e"Huw-espe-dehyû".
Gorî dinan navê xwe ji Kat-patûkaya Zimanê lûviyê tê, bi wateya "Welatê Nizm"
Heredot dibêje navê Kapadokyê ji Farsiyan (Parsî) hatî cem wan, lê Yonaniyan xelkê Herêmê wek "Sûriyî" an "Sûriyiyên Spî" nas dikirin.