Bajarê Dawidî an bajarê Dêwid (bi îbranî: עיר דוד Ir David) herêma arkeolojîk a ku beşa sereka ya Orşelîma kevn e. Ew li quncika başûrê-rojhilatê dîwarên Orşelîmê ye. Di nava bajêr de qesrek heye ku li gorî hin arkeologan dibe ku qesra padîşah Dêwid be, û çendek tunelên avê yên ji hêla qral Hezekiah ve hatine çêkirin, hene.