Anî

Ani (bi zimanê ermenî Անի) bajarekî dîrokî yê li Qersê ye û paytexta kevnar a Şedadî û xanedana Bagratuniyan e. Ji ber ku bi sedan sal in bêkes e wêran bûye.

Erdnigarî

Bajarê Anî îro dikeve ser sînorên Ermenistan û Tirkiyê û bilindahiya bajêr 1338m e. Li dora wê newaleke kûr heye e û cemê Axûryan/Arapcay/Harpasus, yê ku sînora du welatan destnîstan dide, ji kêlekê ve derbas dibe. Anî ji bajarê Qersê qasî 42 km dûr e û li basûr-rojhilatê bajêr disekine.

Dîrok

Anî di cavkaniyên ji sedsala 5'mîn de weke war û kelheke ermenî derbas dibe. Di sala 763'an de kete destê bagratîdên ermenî û di sedsala 10'mîn de wergeriya yek ji bajarên herî girîng ên herêmê. Qralê Aşot III ê bagratûnî ku ji 951'an heta 977'an desthilatdariyê dikir, Anî di sala 961'an de weke paytexta qraliyeta xwe hilbijart. Gava bajar di sala 1045'an de derbasî bîzansiyan bû, Anî ya ku dikeve ser riya îpêkê bi navê "Bajarê hezar û yek dêran" bi nav û deng bû û gelheya wê 100 hezaran derbas dikir.

Di roja 16'e tebaxê 1064'an de Anî ji aliyê Selçûkan ve hat bidestxistin û kete bin hikma îslamî.['] Siltan Alp-Arslan bajêr di sala 1072'an de da destê Şedadiyan.['] Şedadiyên ku xanedaneke kurd a li Gence û Dwînê bûn li Anî hikm dikirin heya ku bajar di sedsala 12'mîn de kete nav qraliyeta gurcuyan û bi vî havî ji nû ve kete destê xirîstiyanan. Ji sala 1125'an heta 1209'an çend caran ser derket û Anî di sala 1239'an de kete bin destê moxolan. Di sala 1319'an de - Anî êdî ji aliyê Aq Qoyunlu û Qara Qoyunluyan ve dihat rêvebirîn - erdhejeke pir giran pêk hat û pirraniya bermahiyên dîrokî zerar dît. Ji sedsala 14emîn pê ve êdî gelheya bajêr her ku çû kêmtir bû. Ji sala 1534'an pê ve Anî kete nav sînorên împeratoriya Osmanî û ji 1878'an heta 1917'an herêmeke împaratoriya rûsî bû.

Di salên 1892/1893'an û 1904-1917'an oryentalîstê rûsî Nikolai Jakovlewîc Marr cara ewil lêkolînên arkeolojîk pêk anî.

Rewşa bajêr a îro

Îro Anî bajarekî wêran e û sêwî maye. Bi gelemperî ji bo mîmariya xwe ya ermenî û bermahiyên dîrokî yên bêhempa nas e. Kesên ku li Anî dimînin bi gelemperî leşkerên romî ne û mêvanên bajêr ji tûrîst û gundiyên Ocakliyê (gundekî cîran ê Anî) ne.

Xebatên xirab û çewt ên restorasyonê, vandalîzm, erdhejên xwezayî û yên ku ji teqînên di kaneke keviran a li aliyê Ermenistanê de pêk tên ji Anî re tahlûkeyeke mezin in. Bermahiyên ku meriv kare bêje hê ne bi windabûyînê re rû-bi-rû mane ev in: Çend beşên sûrên bajêr, katedrala ku di nava salên 1001'an heta 1010'an hatiye lêkirin, çend dêrên dîrokî, sîtadel û sarayek ku di dawiya sedsala 20'mîn de bû qurbana "xebatên restorasyonê".

Hêjayî gotinê ye ku nasname û paşeroja ermenî ya Anî ji aliyên tirk ên fermî ve car caran tê veşartin. Li ser tabelayên daxuyaniyê yên ku li Anî hatine çandin tenê behsa "mîraseke xirîstiyanî ya di nava Împaratoriya Osmanî de" tê behskirin. Heta demeke kin ji bo têketina bajêr destûreke taybet pêwîst dibû ji ber ku ew herêm weke herêmeke leşkerî dihat bikaranîn. Lewra, ji ber ku ev der li ber sînora Ermenistanê ye, wêne kişandin jî heta demekê qedexe bû. Ji bo ku Anî ji tûrîzmê re bê qezenckirin gelek der ji raya giştî re hate vekirin. Tenê sîtadel (bi tirkî: İç Kale) û sînor hê jî herêmên leşkerî ne û lewra ji raya giştî re girtî ne.

Anî berê navenda katolîkosekî bû.

Çavkanî

  • P. Cuneo u. a.: Ani (Documenti di Architettura Armena 12). Mailand 1984.
  • N. Marr: Ani. Rêve d'Arménie. Paris 2001.
  • S. Peter Cowe (Hrsg.): Ani: World Architectural Heritage of a Medieval Capital. Leiden 2001.

Girêdanên derve

Listed in the following categories:
Post a comment
Tips & Hints
Arrange By:
Nurşat Jan
2 June 2014
Restorasyon nedeniyle girilemiyor ama mutlaka gorulmeli..
Serhat Kahraman
3 September 2016
Katedralken Alparslan tarafından feth edilip cuma namazıyla camiye çevrilen muhteşem yapı. İsminide fetihten alıyor. Restorasyon çalışmaları devam ediyor
BestTraveller
21 February 2019
Harika... ermenistan sınırını ve askerlerin nöbetçi kulübelerini görebilirsiniz.
Arda Kumaşçılık
Anı ziyaret
Aslı Köse
20 January 2022
Neden caminin kapisi kilitli? Anlamak mumkun degil
Load more comments
foursquare.com

Hotels nearby

See all hotels See all
Caucasus Hotel

starting $41

Your cozy home in Kars.

starting $26

Kar's Hotel

starting $98

The Karspark Hotel

starting $41

Kale Hotel Kars

starting $44

North Star Hotel

starting $56

Recommended sights nearby

See all See all
Add to wishlist
I've been here
Visited
Cathedral of Ani

The Cathedral of Ani (Armenian: Սուրբ Աստուածածին Եկեղեցի, or The

Add to wishlist
I've been here
Visited
Тигніс (фортеця)

Тигніс (вірм. Տիգնիս) — середньовічна вір

Add to wishlist
I've been here
Visited
Dashtadem Fortress

Dashtadem Fortress (Armenian: Դաշտադեմի ամրոց) is a substantial f

Add to wishlist
I've been here
Visited
Mother Armenia, Gyumri

Mother Armenia (Armenian: Մայր Հայաստան Mayr Hayastan) monumental

Add to wishlist
I've been here
Visited
Sev Berd

Sev Berd or Black Fortress (Armenian: Սև բերդ; Russian: Чёрна

Add to wishlist
I've been here
Visited
Harichavank Monastery

The Monastery of Harich or Harichavank (Armenian:

Add to wishlist
I've been here
Visited
Marmashen monastery

Marmashen Monastery is a 10th century Armenian monastic complex

Add to wishlist
I've been here
Visited
Aruchavank church

The Aruchavank church of St Grigor is located in Aruch. It is an

Similar tourist attractions

See all See all
Add to wishlist
I've been here
Visited
Machu Picchu

Machu Picchu (wekî Maçû Pîkçû tê bilêvkirin, di zimanê kevnexwe

Add to wishlist
I've been here
Visited
Akropolis

Acropolis, platoyek li navsera kendalekî 55 metreyî bilind de hatiye a

Add to wishlist
I've been here
Visited
Old Town, Al-'Ula

The Old Town is an archaeological site near Al-'Ula, Medina Province,

Add to wishlist
I've been here
Visited
Textê Cemşîd

Textê Cemşîd an jî (perse, persepolîs, perse pelîs, hezarsetûn, çil me

Add to wishlist
I've been here
Visited
Temple of Poseidon, Sounion

The ancient Greek temple of Poseidon at Cape Sounion, built during

See all similar places